Biography Luqman cemîl. 25.05.19?? li gundê Xirbet bîr. herêma tirbispîy li Kurdistana roj ava. bi dayîk büm bicükê 11 xweşk ü bira ji daîk ü bavek Kurd di jiyanek kurdewarî mezin bum. Ez karim bêjim ko malbata min nêzîkî hunerê bü,car carna bavê me ji mera distrand li gelek caran jî di got sitran bêjî şerma?her wisa ji biraê min Ekrem ü medenî Rêka hunerê girtin lê medenî cemîl berdewam kir ü xwedanê 6 kasêtaya ü navdare li kurdistana roj ava ü nüha li şamê akncîya. ji bicukaya xwe ketm bin bandora birayê xwe medenî ü bihevra me 2 kasêt tomarkirin ü jiyana me ya hunerî dest pê kir.
Paşê xwandina nawendî sala 1985 ez çüme şamê li peymangha musîk ü hunerê derbasbüm nav hunerê Arebî di sala 1986 bume hindamê koma omeya ya wzareta rewsen bîrî li surîya ta sala 1989 buma hindamê yekîtya hunermenda li surîye di sala1990 ez ketma pêşbirka bernamê Rêka stêra ü ez biserketim lê mixabin çima min xwest ko bi kurdî ez bistrênim li ser tilvizîuna surî wan Ez dur xistim ? min soz da ko ez nima bi zimanê Arebî bistrênm ü ez vegrîyam Qmişlo. sala 1990 ligel hunermend medenî cemîl komek binavê biratî me damezirand me des bi ahing ü şahîy kurdî kir....